Parêzera Somalîlandî: Serdestiya eşîrî û qebîleyî jinan asteng dike

Parêzer û aktîvîsta mafên jinan a Somalîlandê Henan Omar got ku serdestiya sîstema eşîrî û qebîleyî li welat hê jî rê li ber pêşketina jinan û misogerkirina mafên wan ên di qanûnê de digire.

ZIHÛR EL-MEŞRAQÎ

Tûnis- Femînîst û rêxistinên mafên mirovan li Somalîlandê ji bo parastina mafên jinan û parastina jiyana wan a di welatek ku rûmet û azadiya wan diparêze de, têdikoşin. Aktîvîst ji bo reform û zagonên ku dê jiyana jinan li welêt baştir bikin, dixebitin.

Somalîland ku li Qiloçê Afrîkayê ye, yekîneyeke siyasî ye ku piştî damezrandina xwe di sala 1960'î de, di sala 1991'an de serxwebûna xwe îlan kiriye. Tevî ku nasnameya fermî ya navnetewî negirtiye jî, rewşa jinan li wir li gor hin welatên din ên Efrîkî aramtir e.

'Somalîland şahediya tevgerên femînîst dike'

Parêzer û çalakvana mafên jinan a Somalîlandê Henan Omar diyar kir ku rehên tevgera femînîst li Somalîlandê vedigerin beriya serxwebûnê, dema ku jinan dest bi daxwaza mafê perwerde û beşdarbûna di jiyana giştî de kirin. Piştî serxwebûnê, rola jinan di hewildanên aştî û ji nû ve avakirinê de derket holê. Somalîland şahediya tevgereke femînîst a mezin dike. Ev tevger ji hêla rêxistinên jinan wek Tora Nagaad ve tê rêvebirin û ji hêla çalakvanên navdar ve tê destekkirin. Li ser mijarên sereke yên wek temsîliyeta siyasî, têkoşîna li dijî sinetkirina jinan (FGM) û zewaca di temenê biçûk de dixebitin. Tevî dijwarîyên çandî û siyasî, ev tevger hişyariya femînîst a herêmî ava dike û hewl dide ku statuya jinan di nav civakê de xurt bike.

'Rêxistinên jinan ji bo parastina mafên jinan dixebitin'

Henan Omar destnîşan kir ku gelek rêxistinên jinan ji bo parastina mafên jinan dixebitin û têdikoşin. Henan Omar bi van gotinan qala van rêxistinan kir: “Rêxistinên jinan wek Tora Nagaad ku di nav xwe de 40 rêxistinan dihewîne û ji bo pêşxistina jinan a di warê siyasî, aborî û hînbûyînê de dixebite heye. Her wiha rêxistina SIDRA jî ji bo hêzdarkirina jinan û avakirina kapasîteyên wan a di warên aborî, lêkolîn û beşdariya siyasî de dixebite, her wiha li ser rewşa jinan li Somalîlandê lêkolînan dike. Rêxistina WAAPO jî ji bo parastina mafên jinan û jinên ciwan kar dike. Ew pêngavên zanekirina civakî li dar dixe. Gelek çalakvanên jin jî ji bo parastina mafên jinan ên di Somalîlandê de canê xwe feda kirin e. Tevî zehmetiyan, çalakvan û rêxistinên li Somalîlandê di warê xurtkirina mafên jinan û avakirina hişmendiya femînîst a herêmî de pêşketinên girîng bidest dixin.”

'Zarok li ser hişmendiya mêrsalarî tên perwerdekirin'

Derbarê nebûna wekheviya zayendî û mafên jinan a di nav civakek ku mêr lê serdest in de Henan Omar wiha axivî: "Civaka Somalî bi kevneşopî baviksalar e, ji hêla pergala eşîrî ve tê rêvebirin ku qîmetê dide mêraniyê û otorîteya baviksalar, tercîha mêran di meqameyên serokatiyê û biryardayînê de xurt dike. Civakîbûn zarokan fêr dike ku rola jinan a ji zarokatiyê ve nas nekin. Kur wek "rêberên" pêşerojê tên perwerdekirin, zarokên keç jî wek guhdar, xwedîderketî û bêdeng tên perwerdekirin. Ev yek tevahiya civakê neçar dike ku vê rastiyê qebûl bike û ji nû ve hilberîne."

'Ji bo parastina mafên jinan zagonên li dijî tundiyê tunene'

Henan Omar destnîşan kir ku şîdeta li ser bingeha zayendî, bûye mijarek her ku diçe cidîtir dibe û wiha pê de çû: "Di nav civaka herêmî û rêxistinên navneteweyî de, wek di Neteweyên Yekbûyî de fikaran derdixe holê. Bi taybetî ji ber nebûna qanûnên berfireh û bi bandor a ji bo parastina jinan a ji şîdeta cinsî an navmalî. Zagona ceza ya heyî wek kevnar tê hesibandin, ku dîroka wê vedigere serdema desthilatdariya Îtalyayê. Tevî hewildanên dubare ji bo danasîna tundiya navmalî, zagonek ji bo parastina jinan wek Zagona Dijî Tundiya li ser bingeha Zayendî tuneye."

'Civaka sivîl li dijî tundiya li ser jinan rolek girîng dilîze'

Derbarê rola civaka sivîl de Henan Omar da zanîn ku tevî vê rastiya dijwar, civaka sivîl roleke girîng û mezin di rûbirûbûna tundiya li dijî jinan de dilîze û wiha berdewam kir: “Yek ji hewldanên herî berbiçav hişyarkirin e, ji ber ku rêxistinên wek NAGAAD, WAAPO, û SWDC hewl didin ku kampanyayên hişyarkirinê li ser mafên jinan û pêwîstiya bidawîkirina bêdengiya li dora tundiya zayendî pêk bînin. Ew her wiha piştgiriya yasayî û psîkolojîk peyda dikin. Ji ber ku hinek komele şêwirmendiya yasayî ya belaş û alîkariya psîkolojîk ji bo kesên ku ji tundiyê rizgar bûne tevî kêmbûna çavkaniyan, peyda dikin."

'Têkiliyên bi rêxistinên Rojhilata Navîn re sînordar in'

Henan Omar li ser têkiliya bi rêxistinên Rojhilata Navîn re jî sekinî û wiha got: "Hê jî ev têkilî bê sînor e. Lê carinan bi riya konferansên ku ji hêla saziyên wek Lîga Ereban an rêxistinên femînîst ên herêmî yên wek înîsiyatîfa Femînîst a Euro-Medîterranean ve tên organîzekirin pêk tê. Her wiha bernameyên ku ji hêla ajansên NY ve tên bicîhkirin ku rêxistinên ji herêmên cûrbecûr ên di nav de cîhana Ereb jî tînin cem hev, tên pêşkêşkirin."

'Rêxistinên herêmî di torên jinan de hebûna xwe nîşan dan'                                                                                                                                                                                                              

Çalakvan Henan Omar astengî û dijwariyên ku Somalîland lê rast tên vegot û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Statuya siyasî ya Somalîlandê ya ku di qada navneteweyî de nayê naskirin, dibe ku hin awayên hevkariya fermî asteng bike. Tevî vê yekê, çalakvan û rêxistinên herêmî di torên jinan ên herêmî de hebûna xwe îspat kirin. Bi taybetî di mijarên têkildarî mafên jinên ciwan, tenduristiya zayînê û perwerdehiyê de."